ÇALAKî

Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê ya TAJÊ bi dawî bû

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 28’ê Çileyê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya sêyemîn de bi pêyamên bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê bi dawî bû.

‘Yê ku me ji qirkirinê rizgar kir fikrên Rêber Apo bû’

Di roja dawî ya çalakiyê de piştî yek deqe rêzgirtinê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Îlyas axivî. : “Di demên herî zehmet de dema ku her kesek pişta xwe da civaka me yê ku me ji qirkirinê rizgar kir û me li ser lingan girt fikrê Rêber Apo bû. 25 sal in Rêber Apo di zindanê de ye û di bin tecrîda giran de ye. Ji bo şikandina tecrîdê wê çalakiyên me bidomin. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de yên karibûn rê liber çeteyan bigrin û derbeyên mezin li wan bidin, şagirtên Rêber Apo bûn. Bi  saya fikrê Rêber Apo DAIŞ têk çû. Tişta herî balkêş ewe ku piştî derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin. Bêdengiya qada navnetewî nîşan dide ku piştgirî ji tecrîdê re tê dayîn. Em  bang li CPT dikin bi zûtirîn demê de seredana Îmraliyê bike û rewşa Rêber Apo ji raya giştî re parve bike. Ji ber ku li seranserî cîhanê gelên bindest hene fikrê Rêber Apo ji xwe re esas  digrin û li benda agahiyê ji Rêber Apo ne.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

“Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo me ev çalakî daye destpêkirin. Ev sê roje çalakiya me bi awayekê bi hêz berdewam kir. Lê em dawî li çalekiyên xwe naynin em ê ji herdemê bêtir çalekiyên xwe yên ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo berdewam bikin.  Em tecrîna li ser Rêberê xwe tu caran napejirînin. Ji ber em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe pênase dikin. Ji bo azadiya Rêberê xwe çi ji me bê xwestin em ê bikin. Divê CPT biçe gel Rêber Apo ev erka wê ye. Nabe ku vê tecrîdê li ser Rêberê me wiha bimeşînin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê tevahî mirovahî rabe ser xwe.”

Back to top button