ROJEV

‘Em daxwaza azadiya fizîkî ya rêberê mirovahiyê dikin’

di nav komxebata ku li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat lidarxistin de ji aliyê Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî Avesta Ezda û Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb a Şengalê Fatma Mustafa ve semîner hat dayîn.

Di komxebatê de têkildarî rastiya komployê, sedema pêkanîna wê, tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin meşandin û semîner hatin dayîn.

Semîner ji aliyê Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî Avesta Ezda û Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb a Şengalê Fatma Mustafa ve hat dayîn.

‘Fikrên Rêbertî herî zêde ji bo jin û ciwanan lazim in’

Têkildarî komployê endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî Avesta Ezda axivî:  “Rêber Apo şert û mercên zindanê jî ji xwe re kir cihê lêhûrbûnê û manîfestoya azadiyê diyarî hemû gelan kir. Komplo bi daxwaza dewleta Tirk pêk hat û di şexsê Rêber Apo de azadî û demokrasî hat hepskirin. Azadî herî zêde ji bo jin û ciwanan lazim e, fikrên Rêber Apo herî zêde ji bo jin û ciwanan lazim in. Ji ber vê li dijî komployê herî zêde jin û ciwan ketin nava liv û tevgerê lê hê jî çalakiya me negihîştiye wê astê ku em zindana Îmraliyê parçe bikin. Ji ber vê em rexnedayîna xwe li hemberî Rêber Apo didin. Îro jin û ciwanên hemû cîhanê xwe bi fikrên wî perwerde dikin. Ciwan çiqas Rêber Apo fam bikin dê ewqasî bikaribin cewhera xwe biparêzin. Ji bo vê divê em ciwan pêşengî ji têkoşînê re bikin.”

‘Rêber Apo di her warî de rê li ber jinan vekir’

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb a Şengalê Fatma Mustafa : “Ruxmî hemû êrîşan û şerê taybet ku li ser Rêber Apo didin meşandin, ji kêliya ku dîl hatiye girtin ve heta roja îro deqeyek jî gav paşve navêtiye û her dem jî fikrên xwe der barê azadiya jinan de bi cîhanê û Rojhilata Navîn re parve kiriye. Bandoreke pir mezin a Rêber Apo li ser jinên Ereb heye. Beriya ku em fikrên Rêbertî nas bikin weke jinên Ereb gelekî bi paşverûtiya mêr ve em hatibûn girêdan lê piştî ku me xwend, ji rewşa heyî rizgar bûn. Wexta çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengalê em hemû hatibûn kilîtkirin em nikaribûn tiştekî bikin. Bi gelemperî jin xwedî hêz û îradeyek xurt in, ji bo xwe azad bikin dikarin hemû zincîran bişkînin. Piştî belavbûna fikrên Rêber Apo di nava civaka Ereb de êdî jin jî bûn xwedî nêrîn di nava civaka xwe de. Em dikarin bibêjin bi saya fikrên Rêber Apo jin ji rewşa xwe ya berê ku ne xwedî nasname û ziman bûn derketin. Rêber Apo di her warî de rê li ber jinan vekir.”

‘Em şerê ji nû ve avakirinê didin meşandin’

: “Em niha şerê xwe ji nû ve avakirinê bi civakê re didin meşandin da ku ji nû ve bikeve bin xizmeta jinan. Ji ber jin di nava civakan de ne diyar bûn civak jî tunebûn. Weke civaka Ereb nasnameyeka jinên Ereb tunebû, hatibû windakirin. Bi demê re jin êdî bûn xwedî îrade û hêz û beşdarî hemû kar û xebatan dibin heta di nava şerê li hemberî dijmin de jî cihê xwe digire. Hevalên jin ên mînak hene ku bi canê xwe feda kirine ji bo parastina welatê xwe weke Rojbîn Ereb.”

‘Erka me ya sereke azadiya Rêber Apo ye’

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb yê Şengalê Fatma Mustafa : “Jin çavkaniya jiyanê ne, jiyana bê jin nîn e. Em bala xwe bidin hemû desthiladarî bi hêza xwe li ser jinan hewl didin tiştek bikin û êrîşên hovane pêk tînin. Jinên Ereb her dem rastî koletî û qirkirinê hatine. Yek ji armancên sereke a jinên Ereb jiyana bi maf û hêza jiyanê ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Ereb dikaribûn ji nû ve hêza xwe komî ser hev bikin û xwe bigihîjînin serkeftinê. Wexta em dibêjin civaka xwezayî tê wateya civakek bê desthilatdar lê bi demê re rola jinan a sereke ji wan hat girtin û jin di bin perdeyek reş da hatin hiştin. Ruxmî vê yekê jî jin her li ser lingên xwe sekinîn û ruhê berxwedanê her ku çû bilindtir bû. Êdî jin di nava civaka xwe de bûn pêşeng û di asta herî jor de li ber xwe didin, têdikoşin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinan di warê siyasî, dîplomasî, leşkerî û rêxistinî de cihek ji xwe re ava kirine. Em jî weke jinên Ereb daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê mirovahiyê dikin.”

Back to top button