ÇALAKî

Jinên Êzidî û Ereb ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Jinên Êzidî û Ereb bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşeke girseyî li Sinûnê ya navçeya Şengalê lidarxistin. Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi cil û bergên gelerî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de alên TAJÊ û YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin, pankartên bi nivîsa, ‘Emê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, hilînin tola 74 fermanan’ bi zimanê Kurdî û Erebî hatin rakirin. Her wiha pankartek wêneyê dema fermanê ku li ser, ‘Ji bîr kirin xiyanet e’ hatiye nivîsîn jî hatin rakirin. Meşa ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya Mam Zekî Şengalî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dikir. Jinên Êzidî û Ereb dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Piştî girse gihişt çerxerêya Mam Zekî, daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa ve hate dayîn.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen di destpêka daxuyaniyê de 8’ê Adarê li her kesî pîroz kir û wiha got: “Em bi silogana jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve dicing û 8’ê Adarê ve li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Bi coş û hezkirin em tekoşîna hemû jinan silav dikin. Em vê rojê li şehîdên tekoşîna azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin ku bi ronahiya fikir û felsefa xwe pêşiya jinê ronî kir û bû rêhevalê jinê yê rast. Em li jinên êsîr pîroz dikin. YJA STAR, YJŞ û YPJ pîroz dikin. Dijmin jî dizane ev roj ji bo me çi qasî girîng e ku wek roja berxwedanê tê dîtin. Ji ber vê yekê her sal di vê mehê de jinên berxwedêr hedef digirin ên weke Nazê û Jiyanan. Lê êrîşên dijmin ên tirsonek ê li ser civaka me nikare li ser jinên weke Nûjiyan, Jiyan û Nazêyan ji nav me xilas bike. Nikarin pêşiya jinan bigirin.”

‘Em hemû jinan dawetî têkoşîna azadiyê dikin’

Riham Hesen : “Di fermana 2014’an de gelek jin hatin revandin û heta niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyar e ku mînaka vê fermanê di cîhanê de nîn e. Bi zîhniyeta mêr bi destê DAIŞ’ê bi aşkera dijminatiya jin hat kirin. Jin di vê fermanê de hedefa yekemîn bû. Di esasê xwe de 8’ê Adarê ji bo me jinên êzidî roja têkoşîn û berxwedanê ye, roja parastin û pêşîlêgirtina fermanan e. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo rizgarkirna jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de soza xwe ya têkoşînê dubare dikin û em ê her di nav têkoşînê de bin. Bi wesîleya vê rojê ji çi ol û baweriyê dibe bila bibe em hemû jinan dawetî têkoşîna azadiyê dikin û em dibêjin dê azadî bibe para hemû jinan.

Daxuyanî bi dirûşiman bi dawî bû.

 

Back to top button