ROJEV

Komxebata TAJÊ bi encamnameyekê bidawî bû

Encamname bi vî rengî ye:

“Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û meclîsa jinên Ereb a Şengalê, ji bo salvegera 25’an a komploya navnetewî ku li dijî Rêber Apo hat li dar xistin, me bi dirûşmeya ‘BI JIN, JIYAN, AZADÎ EM Ê AZADIYA RÊBER APO YA FÎZÎKÎ MÎSOGER BIKIN’ komxebatekî li darxist. Ev komxebat bi pêşengiya TAJÊ, meclîsa jinên Ereb ya Şengalê hat li dar xistin. Her wiha çalakvan, aktîvst û rojnamevanên jin ên ser asta Îraqê yên ji parêzgehên Mêsen, El Nasiriyê, El Semawe û Basra beşdarî komxebatê bûn. Ev Komxebat bi armanca hilweşandina pergala girtîgeha Îmraliyê û Azadiya Rêber Apo a fîzîkî me li darxist.

Kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin bibîr anîn

Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo a di 15’ê Sibata 1999’an de hat li darxistin 25 salên xwe temam kir. Em vê komployê bi tûndî û hêrsekî mezin şermezar dikin. Em rêhevalên ku li dijî komployê bûne xeleka ji agir û gotin ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ û şehîdên 74 fermanan bi mînet û rêzdarî bibîrtînin.

‘Ji xaka pîroz Rêber APO silav dikin’

Di şexsê Rêber Apo de tekoşîna gelên bindest û projeya azadiya jin ya di sedsala 21. de hate hedef girtin. Em bi navê jinên Êzidî-Ereb yên Şengalê ji xaka pîroz a ku ji tevahî berxwedaniya gelan re şahidî kirî silav, heskirin û bêrîkirinên xwe ji Rêberê gelan û mîmarê paradîgmaya Netewa Demokratîk Rêber Apo re dişînin.

Berxwedana dîrokî ya rêber APO hate nirxandin û silav kirin

Me di komxebatê de bi berferehî armanca Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêber Apo pêk hatî nîqaş kir û berxwedaniya dîrokî ya Rêber Apo a li dijî hêzên komploger nirxand. Me projeya azadiya jin ya ku Rêber Apo ji bona wê dibêje; ‘projeya min ya azadiya jin nîvço ma ye’ nîqaş kir û rola dikeve ser milê me nirxand. Ji bona em erk û berpirsyariya xwe bînin cih di asta pêşengiyê de rola dikeve ser milê me bileyîzin me carekî din biryardariya xwe anî ziman.

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê pêşengtiya azadiyê bikin’

Paradîgma Netewa Demokratîk ji bo hemû pirsgirêkên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê tên jiyan kirin rêya çareseriyê ye. Ji bo yekîtî, xûşk û biratiya gelan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad weke jinên Êzidî-Ereb em ê bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ ji vê paradîgmayê re pêşengiyê bikin. Bi şêwêzê Rêber Apo li dijî pergala kapîtalîst şerê azadiyê dayîn û li pergala mêr xistin wê di sala 26’emîn a komplo de bibe armanca me ya bingehîn a tekoşîna li dijî hêzên komploger.

Li ser van esasan me di komxebatê de carekî din erk û berpirsayên ku weke jin ji me têne xwestin nîqaş kirin û îda û biryardariya tekoşîna xwe ya li dijî hêzên komploger anî ziman. Di sala 26’an a komploya navnetewî de em ê bêjin êdî bese ji pergala Îmraliyê re dem dema azadiya Rêber Apo a fîzîkî ye.

Li gorî vê em dikarin bi çend xalan berpisyariyên xwe yên tekoşîna li hemberî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê  wisa bînin ziman;

1- Em weke jinên Êzidî xwe dêndarê Rêber Apo dibînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji nüve tova hêvî û jiyana azad di me de şîn kir. Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo a fîzîkî de dibînin, em tola 74 fermanan, tola bi hezaran jinên Êzidî yê di fermanan de hatin qetilkirin, dîl ketin, hatin revandin di azadiya Rêber Apo a fîzîkî û Xweseriya Şengalê de dibînin. Ji bona em vê armanc û hêviya xwe pêk bînin em ê tekoşînê bi domdarî bimeşînin.

2-Ji bona em dawî li pergala îşkence bînin û dîwarên girtîgeha Îmraliyê hilweşînin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin, ji bona em xweseriya Şengalê mîsoger bikin û paradîgma Netewa Demokratîk bi jiyanî bikin em ê bi her awayî kar û xebat bidin meşandin. Me wekî tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) û meclîsa jinên Ereb ya Şengalê careke din di komxebatê de pîvana kar, xebat û tekoşîna xwe, parastina hebûn û nasnameya xwe azadiya Rêber Apo kir hîmê wê yê bingehîn. Ji bona wê di sala 26’emîn a komployê de em ê li hemberî her cûre êrîşên, stratejiya şer û dagirkeriyê tekoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

3-Xala herî girîng ya di komxebatê de hate nîqaş kirin jî belavkirina fikir, felsefe û paradîgma Rêber Apo bû. Em weke jinên Êzidî-Ereb ji bona em fikra Rêber Apo li Şengal, deşta Nînovayê û li tevahî Îraqê berbelav bikin me rê û rêbaza wê nîqaş kir. Ji bona parêznameyên Rêber Apo werin xwedin em ê di meclîsan de, li akamdemiyan perwerdeyên li ser fikrên Rêber Apo hîn zêdetir pêşbixînin. Famkirina Rêber Apo di rast xwendina fikrên Rêber Apo re derbas dibe. Bi vê hişmendiyê em ê hemû perwerdeyên xwe li ser xwendina parêzname û dahûrandinên Rêber Apo bidin rûnişkandin.

4-Ji bona em li dijî Komploya Navntewî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahî gelan û jinan pêkhatiye tekoşînê mezin bikin, em ê ji bo avakirina komîteyekî jinên Êzidî-Ereb ya bi navê însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kar û xebat bimeşînin.

5-Rêber Apo rêya parastina hebûn, çand, bawerî û nasnameya Êzidayetiyê di vegera li ser xaka pîroz de dibîne, rêya pêşî lê girtina qirkirin, ferman û xeteriyên ku hîna jî li ser civaka me ya Êzidî zindîbûna xwe diparêze di mezinkirina hêza parastinê û xweseriya Şengalê mîsoger bibe de dibîne. Em ê ji bona wê tekoşîna xwe mezin bikin û ji bo miletê vegerê li ser xaka xwe em ê kar û xebatan bidin meşandin.

Em careke din bi navê tevgera azadiya jinên Êzidî û meclîsa jinên Ereb a Şengalê bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin, bang li hemû sazî, rêxistinên jinan û yê mafê mirovan dikin beşdarî pêngava ji ‘Rêber Apo re Azadî’ bibin û erkên xwe yê wîjdanî û exlaqî bi cih bînin. Em dibêjin bese êdî ji pergala Îmraliyê re, bese ji bê pêwendiya mutlaq a li dijî Rêber Apo, dem dema Azadiya Rêber Apo ye, dem dema  bi Rêber Apo jiyan kirinê ye.”

Back to top button