ROJEV

Li Şengalê komxebata jinan a li dijî komployê destpê kir

 TAJÊ  li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin”

Komxebata Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi dirûşma ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ li Şengalê tê lidarxistin.

Yekîneyên Jinên Şengalê, Meclisa Jinên Ereb, Yekitiya Jinên Ciwan, aktîvîstên jin ên Iraqî tev li komxebatê bûn. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

‘Bi komployê aloziya li Rojhilata Navîn kûr dikin’

Axaftina destpêkê ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico ve hate kirin: “Hêzên ku ev komployê pêk anîn li Rojhilata Navîn pirsgirêkan kûr dikin. Berjewendiya wan di şerê li Rojhilata Navîn de heye ji ber vê naxwazin aramî li Rojhilata Navîn hebe. Berjewendiya wan ji bê tifaqi û nakokiyê gelan heye, berjwendiya wan ji xurtkirina  nijatparestî, olparestî, zayendperestî, xerakirin, talankirin û parçekirina vê axê heye. Ji bo  wê her diçe şerên li herêmê kûr dikin û bi vê kûrkirinê xwe bihêz dikin.”

Li Îmraliyê pergala îşkence tê meşandin

“Ji ber kilîta çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Rêber Apo ye. Fikrê Rêber Apo rê li ber planê wan digire û nahêle armancê wan li heremê bi cih were. Netewa demokratik û paradigmaya azadiya jinê  hezkirina gelan û netewan e. Ji bo wê xwestin bi komployê Rêber Apo bidin alî ku bikaribin berjewendiya xwe li herêmê pêk bînin.

Ji wê roja ku plana vê komployê çêbû Rêber Apo dîl hate girtin. Li Îmraliyê pergaleke îşkenceyê ku dûrî aqilane ev 25 sal in tê meşandin. Her wiha ev sê sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta tirk hemû rêbazên qirêjane dide meşandin, ev kiriyarên dewleta tirk mirovan dixin nava fikaran. Her rewşa ku li Îmraliyê biqewime di serî de CPT hemû dewletên navneteweyî berpirsyar in. Ew dewletên li beramberî vê îşkenceyê bêdeng in û bêdengiya wan tê wateya hevkariyê.”

‘Em bi felsefeya Rêber Apo bûn xwedî nasname’

Rîham Hico :“Ji ber di nav evqas aloziyan de di bin fikra netewaa demokratîk de hatina cemhev pir bi wate ye. Em îro li vir ji hemû muhafeza û pêkhateyên  Iraqê weke jin  kombûna me bi saya fikirê Rêber Apo ye. Niqaşê ku li vir pêşbikeve encamê ku derkeve ji bo rêxstinkirinê jinan û têkoşîneke hevbeş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo di fikrê xwe de azad e. Em bi fikir û felsefeya wî  bûne xwedî  îrade, rêxistin û nasname, bûn xwedî hêza xwe ya parastinê. Ji bo ku em bibin xwediyê nasnameyek azad  pêwîst e em weke jin têkoşîn bikin, fikrên Rêber Apo baş bixwîn, xwe tê de kûr bikin û her wiha em vî fikrî belav bikin. Belavkirina vî fikrî erka me jinan e. Heta Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nebe em ê di nav têkoşînê de bîn. Em bang jinên Êzidî û jinên Iraqê dikin ku ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo  mîsoger bikin lazim e em yekitiya xwe xurt bikin û hevbeş têkoşîn bikin.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya me ye’

Piştî axaftinê Riham Hico Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen axivî : “Em jî weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û jinên Êzidî komploya li ser Rêbertî şermezar dikin. Hêzên ku ji bo desthilatdariya xwe komployê kûrtir dikin dixwazin armanca xwe pêk bînin. Ji bo pêkanîna armanca xwe bi her awayî êrîş dikin. Filîstin û Îsrail li ber çav in, Kurdistan li ber çav e. Ji bo li Rojhilata Navîn çareserî pêk were Rêbertî mifteya çareserî ye. Ji ber vê yekî êrîşê Rêbertî dikin. Her wiha hevalên ku bi çalakiya xwe li dor Rêbertî bûn xeleke ji agir rêya me ronî dikin û heta dawiya em ê wan ji xwe re bikin arman. Azadiya fîzîkÎ ya Rêbertî azadiya me ye. Em ê weke Rêveberiya Xweser ji bo azadiya Rêbertî her cure çalakiyan pêk bînin.”

Back to top button