ROJEV

TAJÊ ji bo darizandina malbata Barzanî name şand

“Piştî fermana 3.8.2014’an me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rêxistina xwe 2016’an ava kir. We Rêxistina Sindûqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Berzaniyan bi 25 xalan tometên ku yek ji wan jenosîd e ji Dadgeha Federal a Amerîka re gilî kiriye. Em destpêkê dixwazin diyar bikin ku em vê gavê taybet mijara dadgehkirina PDK’ê ji bo sûcên dijî civaka Êzidî, jinên Êzidî, gelek girîng û erênî dibînin.

PDK îxanetek dîrokî li civaka me kir

Em civaka Êzidî di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hatin. Fermana herî dawî 3.8.2014’an ku bi destê dijminê mirovahiyê DAIŞ, hevkarê wê PDK û dewleta Tirk pêk hat. Di encama vê fermanê de bi hezaran mirov me hatin kuştin, revandin, nêzî 7 hezar jin û zarok dîl ketin destê DAIŞ’ê. Heta niha 87 gorên komî hatine dîtin, qubên me û cihên pîroz hatin teqandin. PDK’ê xiyanetekî dîrokî li civaka me kir. 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn qaşo parastina Şengalê dikirin, dema ferman rû da bê ku yek fîşekê biteqînin reviyan û Şengal radestî DAIŞ’ê kirin. Di roja îro de ji bo PDK li ser sûcên xwe bigire, her roj li ser raya giştî propagandayên derew dike û dibêje ‘Me Şengal rizgar kir, me 500 şehîd li Şengalê da ye.’ Cîhan hemû dizane kê xiyanet li civaka me Êzidî kir û kê rizgar kir. Me bi çavên xwe dît ka PDK xiyanet çawa li civaka me kir. Em bi xwe bûn şahidê fermana 2014’an. Em dibêjin ger PDK 500 şehîd dane, kanî cenazê wan û navê wan çi ne? Van rastiyan li Şengal zarokên 7 salî heya mirovên 70 salî her kes dizane. Yê ku canê xwe feda kirin zarokên vê civakê bûn. Bi sedan şehîdên me hene.

PDK’ê li ser dîlên me bazarên qirêj dike

Her wiha li ser dîlên me jî PDK’ê rojane bazarên qirêj dike. Ev yek li dijî exlaqê mirovî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Dîsa ji ber hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re, bi dehan car dewleta Tirk êrîşî Şengalê kiriye û pêşengê wê hedef girtiye. PDK her çiqas xwe bi navê partiyek demokrat a Kurdistanê bi nav bike jî lê rastî berovajî wê ye. Bi salane PDK’ê bi zihniyeta xwe ya deshilatdar û li gorî berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk û DAIŞ’ê re têkiliyên xwe berdewam dike. Herî dawî  hevjîna Ebû Bekir El Bexdadî bi xwe îtîraf kir, ka çawa PDK alîkariya wan kiriye.

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar dikin, ji bo rastî derbikeve holê û edalet cihê xwe bigire em amade ne ku di dema pêş de dosya û raporên pêwîst ên girêdayî jenosîda 3.8.2014’an pêşkêşî we û cihên pêwendîdar bikin. Em dibêjin dem dema edaletê ye, li ser vê bingehê daxwazên me wiha ne:

1- Bila grûbên serbixwe bên serdana Iraqê û bi taybetî li Îraqê serdana Şengalê bikin.

2- PDK li ser sûc, kiryar û xiyaneta li hemberî civaka Êzidî ya 3.8.2104’an kiriye bê dadgehkirin.

Back to top button