ÇALAKî

Viyan Soran li Şengalê hate bibîranîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) bi civînekê bibîranî. Di civînê de li ser kesayet û sekna Viyan Soran a şoreşger hat vegotin her wiha soza gihandina xeyalên wê hate dayîn.

JINHAGENCY

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, di 18’emîn salvegera şehadeta Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran a 2’ê Sibata 2006’an de bi boneya salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir hate bibîr anîn. Bîranîn amadebûna jinên Şengalê û endamê meclisên jin yên Şengalê, Tilezêr û Siba Şêxidir bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel axivî: ”Em wek jinên Şengalê û tevahiya gelên bindest her dem deyndarê keda wan şehîdanin ku ji bo me pêşeng bûn. Em wek gel bi saya wan pêşengan îro li ser lingê xwe disekininû dikarin rêxistina xwe mezin bikin.”

JINHAGENCY

‘Gihiştina xeyalên şehîdan serkeftine’

Neam bedel“Van hevalên şehîd xeta xwe ya azadiyê emanetî me kirine, barê wan jî niha li ser milê me ye û pêwîste em nehêlin di tekoşîna azadiyê de ku bi pêşengiya şehîdan destpê kir de valahî çêbibe. Heval Viyan canê xwe feda kir û lîstokên qirêj vala derxist. Divê em xwe di wê astê de perwerde bikin û bibin şopdarê Viyanan. Her kesekê ku xwe welatparêz dibîne divê li keda şehîdan xwedî derkeve.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Viyan Soran hat temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

Back to top button