ÇALAKî

Divê Iraq nebe şirîkê komkujiya ku dewleta Tirk pêk tîne

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrişên dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê û hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê ji dewleta Tirk re daxuyanî da û got.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hat dayîn.

“Em êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê wek êrîşa li ser Şengalê dibînin, ji êrîşa li ser Şengalê ne qut e pêve girêdayî ye. Ji aliyê din ve beriya hatina Erdogan a Iraqê berfirehkirina êrîşên xwe ji bo hikûmeta Iraqê cihê şermê ye. Çawa dibe hikûmetek nikaribe serweriya axa xwe biparêze û xwedî lê derkeve, her wiha bê îrade û bê helwest be. Îro Erdogan aliyek ve serdana Iraqê dike ji aliyên din ve jî êrîşê axa Iraqê dike. Ji bo vê jî em weke civaka êzidî ji bo hikûmeta Iraqê vê dibêjin; hikûmeta Sedam jî bi salan êrîşî kurdan kir, êrîşî êzidiyan kir, armanca wî tunekirina hemû pêkhatineyên cuda bû lê derveyî parçekirina civak û axa Iraqê tiştek bi dest nexist.

‘Divê Iraq nebe şirîkê komkujiya ku dewleta Tirk pêk tîne’

Îro jî bi heman rengî dewleta tirk dixwaza hikûmeta Iraqê bikişîne nav planên xwe yên qirêj, dixwaze bike şirîkê xwe yê êrîşên li hemberê gelê kurd û êzidiyan ku tu berjewendiya gelê Iraqê lê nîn e. Lazim e hikûmeta Iraqê dest nede dewleta tirk û hevkariyê bi dewleta tirk re neke. Hemû cihên ku dewleta tirk niha li ser axa Iraqê pêk tîne parçeyên axa Iraqê ne. Başûr jî parçeyê axa Iraqê ye Şengal jî. Ji bo vê ger hikûmeta Iraqê bi Erdogan re hevdîtin pêk bîne lazim e li ser esasa derketina wî ya axa Iraqê bike. Êrîşa Erdogan a du roj beriya hatina xwe ya Iraqê pêk anî nîşaneya polîtîkayên hevkar e û bi hatina xwe vê ser vê planê temam dikin. Lazim e tiştên ku Sedam kir hikûmeta Iraqê îro neke. Nebe şîrîkê komkujiya ku dewleta tirk li hember gelê Iraqê pêk tîne.”

‘Lazim e gelê Başûr serî hilde’

Em ji bo gelê Başûr dibêjin, ji bo partiyên li Başûr dibêjin, îro çawa PDK dikare Hewlerê paytexta Başûr bi ala tirk, bi ala dijminên kurdan û êzidiyan, dagirkeran bixemlîne. Li beramberî vê tiştî ne siyasetmedarên Kurdistanê, ne rewşenbîrên Kurdistanê, ne kesên welatparêz şermezar nekir. Ma gelo kesek li Başûr nîne beramberê kiryarên hikûmeta Başûr û PDK’ê derbikeve. Îro hemû partiyên kurdî yên başûrê Kurdistanê li beramberî êrîşên dewleta tirk berpirsyar in. Ji îro pêve rexneyê me ji bo PDK’ê nîn e, ji ber PDK ji serî heta dawî ketiya nav êrîş û hevkariyan bi dewleta tirk re, dijminê kokê ye, tu ferqa wî û dewleta tirk nîn e.

Lê rexnê me ji bo partiyên kurdî yên din û başûrê Kurdistanê ne, ji ber beramberî van kiryaran bêdeng dimînin. Gilî û gazincên me, rexneyên me ji bo wan partiyan û gelê Başûr heye. Lazim e gelê me li Başûr rabe ser xwe û serî hilde. Îro zarokên kurd li çiyayên Kurdistanê li hember hemû êrîşan, ji bo şeref û rûmeta xwe li ber xwe didin û têdikoşin, dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike lê gelê başûrê Kurdistanê bi taybet gelê Duhok, Zaxo û Hewlerê yek helwest nîşan nedan. Lazim e ev gel helwest nîşan bide. Baweriya me bi gelê me û civaka me heye. Îro êrîşa li ser PKK’ê êrîşa li ser hebûna kurdan e. PKK hebûn, nasname, îradeya kurdan temsîl dike û li beramberî dewleta tirk şer dike. Ji ber vê êrîşa îro ne tenê li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê ye li ser nasname û hebûna gelê kurd e.

‘Divê gelê Kurd li ser piyan be’

Lazim e gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û her dera cîhanê rabin ser piyan. Ji aliyê din jî ev nêzîkatiyên ku ji aliyê hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê ve tê nîşandan, nayê qebûlkirin. Em wek gel û jinên Şengalê vê tiştî dibêjin, lazim e hikûmeta Iraqê li ser esasa derketina dewleta tirk a li ser axa Iraqê hevdîtin bike. Her wiha dê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û tu carî serî li hember dijmin netewînin.  Em xwediyê vê axê ne, em li vir in û em ê her li vir bin. Jinên Êzidî tu carî serî netewandiye û îro şûnde jî natewîne. Dê Şengal bi rengê jin û sekna jin li ber xwe bide.”

Back to top button