KED Û ABURÎ

Li Geliyê Kersê ya Şengalê parka zarokan hat vekirin

Ji aliyê Komîteya Aboriyê ya TAJÊ ve li Geliyê Kersê yê Şengalê bi navê Baxçeyê Nazê parka zarokan hat vekirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclisa Serdeştê Neam Îlyas ve hat kirin.

Neam Îlyas  “Piştî fermanê vekirina parka bi navê Şehîd Nazê cihê kêfxweşiyê ye. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin. Şehîd Nazê ku bi temenê xwe 17 salî bû bi destên îxanetê hat şehîd xistin. Ji bo em tiştên qewimîne ji bîr nekin me vê parkê vekir. Em vê parkê li civaka Êzidî bi taybetî malbatên şehîdan pîroz dikin. Em bi şehîdên xwe gelek serbilind in ku li pey dozeke mafdar çûne. Em hêzê ji şehîdên xwe digrin û tu carî wan ji bîr nakin. Careke din em li ser navê malbatên şehîdan vê parkê li hemû zarokên Êzidî pîroz dikin.”

Back to top button