ÇALAKî

Li Şengalê rêzeçalakiyên ji bo kampanyaya xwe parastinê

Îro  li Meclisa Dîgurê ya Şengalê ji bo jinan derbarê kampanyayê de civînek hat lidarxistin.

Civîn ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îbrahîm û berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hat bi rê ve birin.

‘Ji fermanê heya niha çarenûsa hin jinan ne diyar e’

“Weke ku tê zanîn di fermana sala 2024’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û qirkirinek mezin pêk anîn. Fermanek anîn serê civakê. Ji zarok ta pîr û kalan qetil kirin, xwezaya Şengalê, Qubeyên me teqandin. Şengal bi hemû tiştên xwe êş ji destê DAIŞ’ê kişand. Lê herî zêde ya ku êş kişandiye jinên Êzidî ye. Jinên Êzidî di pazaran de hate kirîn û firotin, hate tecawizkirin. Mixabin ta niha jî çarenûsa pir jinan ne diyar e.

‘Deh sal tijî tekoşîn û berxwedan’

“Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di nava deh salên ku tijî tekoşîn û berxwedanî me da meşandin. Rêxistin kirina jinan karê me yê sereke bû. Jina Êzidî di van deh salan de xwe birêxistin kir, xweseriya xwe îlan kir, di her beşekî de pêşengiya kar û xebatan kir. Jina Êzidî çek rakir û li hemberî dijminan şer kir, xwe perwerde kir û li beramberî her kesekî ku li dijî civaka Êzidî sekinî, bû xwedî hêz û tekoşîn kir. Yek ji armancên kampanya me jî ew e ku civaka me dîsan di fermanan re derbas nebin û jenosîda ku hatiye serê me bê nasîn.”

‘Xeteriyên liser Şengalê berdewam dikin’

Rîham Hico : “Xeteriyên li ser civaka Êzidî û jina Êzidî dewam dikin lê yê ku pilanên dijminan vala derxîne dîsa civaka me ya Êzidî ye. Yê ku peymana 9’ê cotmehê vala derxist civaka me bû, dîsa em ê planên wan vala derxînin. Em ê xwe birêxistin bikin, xwe fedayî axa xwe bikin û ji bo parastina Şengalê çi ji destê kê were wê bike. Erka me ye îroj em axa xwe biparêzin.”

Back to top button