ÇALAKî

TAJÊ: Em bi gelê Efrînê re ne

: “Di şexsê  Şehîd Avesta û Barîn de em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin û dibêjin ku ew êrîşên tirsonek bûn û dûrî insaniyetê bûn. Em berxwedaniya xelkê efrînê pîroz dikin û dibêjin ku em li pişta Efrîniyan e. Êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan yên li ser Efrînê çêbûn dixwazin heman êrîşan îroj bînin ser Şengalê.

Em hevîdtinên di navbera Iraq, Tirkiyê û PDK’ê ne rast dibînin. Li ser navê me Êzidiyan nikarin tu biryaran bidin. Em bang li Iraqê dikin ku bêne bi Şengaliyên resen û parastvanê vê axê re rûnên û pirsgirêkan nîqaş bikin û bi hev re çareseriyekê deynin. Mafê Iraq û yên dîtir nîne ku li ser navê şingaliyan biçine biryaran. Tenê zarokên Şengalê dikarin biriyarê derbarê Şengalê de bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ ‘Em û Efrînî yek in’bi dawî bû.

Back to top button