Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

 Şandeya TAJÊ çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabir re hevdîtin pêk anî

Şandeya TAJÊ çû Bexdayê

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebatên kampanyaya ‘li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabir re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de mijarên wekî girtina kampên êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryardabû dê heta meha tîrmehê hemû kampên êzidî lê ne bêne girtin, vegera êzidiyan a Şengalê û alîkarî dayîna malbatan, êrîşên dewlet a tirk a li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin niqaşkirin. Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soza ku dê li ser mijarên ku niqaş kirine raweste, da.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.

 

Back to top button