Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

TAJÊ kampanya hashtagê ya ‘Bibe dengê xweparastinê’ dide destpêkirin

Me di 8’ê Adara 2024’an de ango Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ dest bi kampanyayê kir. Dê ev kampanyaya me heta 03.08.2024’an roja salvegera 10’emîn a fermanê bidome.

Jin li tevahî cîhanê her kêlî rastî her cure tundiyê tên. Tişta ku di roja me ya îro de jî tê jiyîn qirkirina jinê ye û di şexsê jinê de jî civak tê qirkirin. Fermana 03. 08. 2014 an, ji milê çeteyên DAIŞ ê ve hat kirin jî ev rastî bû. Jinên Êzidî rastî destavêtinê hatin, di sûkan de hatin firotin û li Mûsilê hatin şewitandin. Heya roja me ya îro jî bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de dîlgirtîne lê tevî vê yekê jî heta niha DAIŞ û hevkarên fermanê nehatine dadgehkirin. Bêguman zihniyeta DAIŞ zihniyeta 5 hezar salan a mêrê desthilatdar e lê em dikarin bi hêza xweparastinê vê zîhniyetê hilweşînin. Ji bo pêşîgirtina li fermanan bi taybet qirkirina jinan, xweparastin mîsogeriya jiyana azad e.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din bang li tevahî jinan dikin; werin em bi hev re li dijî qirkirina jinan dengê xweparastinê bilintir bikin. Em bi têkoşînek hevgirtî, berxwedana xwe li dijî qirkirina jin mezintir bikin. Di çarçoveya vê kampanyayê de em di 22.05.2024’an de bi navê ‘BIBE DENGÊ XWEPARASTINÊ’ Heşteg (Hashtag) bidin destpê kirin û dê Haştaxa me li gorî saeta Şengalê 8’ê êvarê dest pê bike.

Li ser vî esasî em bang li hemû jin, ciwan, dost û civaka xwe dikin ku awayeke bihêz beşdarî Heştega (Hashtag) me bibin. Bi xweparastinê emê tola fermanê ji dijmin û xayînan rakin, jiyanek wekhev û demokratîk ava bikin.”

Back to top button