ÇAND Û HUNERLi dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

TAJÊ û YJŞ’ê xelata Jîna Emînî dayîna Belgefîlma Hêza pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di çarçoveya kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” nameyek ji Festîvala Fîlmên Kurd a li Dusseldorfê hat lidarxistin û derhênera belgefîlma Hêza Derya Denîz re şandin. Di nameyê de hat diyarkirin ku xelata li ser navê Jîna Emînî diyarî belgefîlma Hêza hatiye kirin û ji bo wan gelek bi wate ye û gelek pê kêfxweş in.

“Ji bo hevalên hêja, komîteya amadekar a Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê û derhênera hêja ya Belgefîlma Hêza Derya Denîz. Ji warê berxwedanê Şengala pîroz, bi ruhê jin jiyan azadî em we silav dikin.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014 an de, ên herî zêde êş kişandin, bûn qurbanî jinên Êzidî bûn. Lê êş dibistana herî mezin e, me ji êşên xwe, xwe ji nû ve afirand. Bi hêrsa tolhildanê me berê xwe da paytexta DAIŞ Reqayê, me li dijî DAIŞ’ê şer kir, ala serkeftinê bilind kir. Heya vê kêliyê têkoşîn û berxwedana me bi taybetî li dijî qirkirina li ser jinan didome. Bêguman zihniyeta DAIŞ’ê, zihniyeta baviksalarî ya pênc hezar salan e, li her derê cîhanê jinan qir dike, jiyanê dikuje. Lê dema mirov dikeve nava lêgerîna heqîqetê mirov tu astengiyan nas nake û serê xwe ji dijminan re natewîne, hesabên mezin ji xayîn û neyaran dixwaze. Ji ber vê rastiyê armanca me ya sereke ew e ku tevahî jinên Êzidî yên dîlgirtî, ji destên çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin. Her wiha bi çanda berxwedanê em ê her dem li dijî qirkirina li ser jinan bibin dengê xweparistinê.

‘Em dibînin êdî jiyana azad bi keziyên Jîna Emînî tê hûnandin’

Jîna Emînî, sembola serhildana jin jiyan azadî ye. Li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, pêl bi pêl qêrîna azadiyê belavî cîhanê bû. Guhên desthilatdaran kun kir. Felsefeya jin jiyan azadî ji bo me jinên Êzidî   çavkaniya hêzê ye. Bi vê felsefeyê me xwe bi rêxistin kiriye, em parastina çand, ol, bawarî û parastina civaka xwe dikin. Lêgerîna me ya azadiyê roj bi roj mezintir dibe. Em dibînin, êdî jiyana azad bi keziyên Jîna Emînî tê hûnandin, wan keziyên bedew bêhnê li dijminan çikandine.

Xelata we ya ku li ser navê Jîna Emînî, diyarî  belgefîlma Hêza hatiye kirin, ji bo me gelek bi wate ye û em gelek pê kêfxweş in. Li  ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) em spasiya we û keda we ya hêja dikin, ji we re serkeftinê dixwazin û dibêjin, JIN JIYAN AZADÎ. Li gel silav û rêzên bêdawî.”

Back to top button