Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

Ji 17 parêzgehên Îraqê jinan piştgirî dan qampaniya ( Li dijî qirkirina jin bibe dengê xwe parastinê )

Ji Bo  Ragihandin û Raya Giştî

“Bi salan e ji ber zihniyeta baviksalarî şerên gelek dijwar  ji milê deshilatdaran ve li ser tevahî civak û netewan tê meşandin. Ya herî zêde di nav van şeran dibe qurbanî jin û zarokin, taybet di sedsala 21 ji milê sîstema kapîtalîzimê ve asta şideta li ser jin gihştiye asta herî bilind. Li ser jin hemû cureyên şidetê tê meşandin. şideta nav malê û derve , tecawiz, kuştin, xwekuştin, berdana zêde, zewacê temen biçûk. Bêguman ev pisgirêkên heyî li tevahî cîhanê tê jiyan kirin û  rojana îrada jin tê binpê kirin. Em dikarin bêjin sîstem bi azanebûn jinan hedef digre û dibe sedema qirkirina civakan taybet qirkirina jinan. Li kêleka qirkirina heyî jin her dem di nav tekoşînek girîng de ye,  em bawar dikin wê bi felsefa jin jiyan azadî sedsala 21 bibe sedsala azadiya jin.

‘jin êşa şeran jiyan dike’

Bêguman, Îraq xwedî dîrokek kevnar ya berxwedanê ye , li ser vê axê bi hezarê salan gelek netew ku ereb, kurd, Êzidî, Tirkmen, Ermen, Mesihî jiyan kirine.  Hêzên hegomonîk li gor berjewendiyên xwe her dem êrîşî netewan dikin. Îraq yek ji wan welat ne ku tê de gelek şer hatiye jiyan kirin û jin ji hemû netewan  heya roja îro rastî şidetê tê,  di vê wateyê de jin êşa van şeran jiyan dike.  Ji bo pêşîgirtina van qirkirin û şideta heyî em bigrin, tekoşînek hevgirtî ya jinan xwedî wate û girîngiye.

‘êşa jina êzidî ya tevahî jina ye’

Kampanya ser asta cîhanê ku Tevgera azadiya jinên Êzidî di 8 ê Adarê de despê kirî heya 3 ê Tebaxê salvegera fermanê wê dewam  bike . Em vê kampanyê gelek girîng dibînin. Qirkirina ku Jina Êzidî di fermana 3.8.2014 an de ji milê çeteyên DAIŞ ve jiyan kirî, bi hezaran jin hatin qetil kirin, bi hezaran hatin dîl girtin ku heya niha jî bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî di destê DAIŞ ê de ne, jinên Êzidî rastî desdirêjiyê hatin û li sukan hatin firotin. Her wiha li Mûsilê bi saxî di qefesan de hatin şewtandin. Em jî vê qirkirnê qebûl nakin û êşên jinên Êzidî êşa tevahî jinên Îraqê ye.

‘em li dijî qirkirina jin bi yek dengî bisekinin’

Li ser vî esasî em jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, çalakvanên siyasyî û ji sazî û dezgehên îraqî ji 18 parêzgehên îraqê piştgirî didin kampaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) a li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê. beşdariya xwe ji bo kampanya didin diyar kirin. Emê bi hev re  li dijî qirkirina jin tekoşîn bikin, bi yekîtiya jinan emê dengê xwe li dijî qirkirina jin bilind bikin û bi hev re bibin dengê xweparastinê.

Back to top button