DaxûyanîLi dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê

 Şewtanadin ango qirkirina  jinan tê wateya   şewtandin û qirkirina jiyanê ye

Ji Bo Ragihandin û Raya Gîştî

Êzidyatî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa mezobotamya ye. Civaka Êzidî di dirêjahiya  dîrokê de, li ser vê axê 74 caran qirkirin jiyan kiriye. Ji bo ku  çand û  baweriya civaka Êzidî ji holê rakin, di her fermanê de jin hedef hatiye girtin. Ji ber ku yê di cewherê xwe de Êzidiyatiyê mayînde dike û diparêze jina Êzidî ye. Zihniyeta baviksalarî a desthiladar, di hemû şeran de jinan wek ganimyet dibînin, direvîn in,  difiroşîn, tacîz û tecawiz dike, mêran jî dikujin û serî  jêdike.

Çeteyên DAIŞ ê 3/08/2014 fermana 74 an bi  ser civaka Êzidî li Şingalê  de anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîl girtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Musil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidyatiyê dûr xistin û ola islamiyetê li ser wan feriz kirin. Heya niha carenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ ê de ne diyare.

3/06/2016  an di meha remezanê de  çeteyên DAIŞ ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe Êzidyatiyê   ber nedan, di qefesên hesin de zindî şewtandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin  ji dinyayê re da diyar kirin ku DAIŞ  rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiya eşkere kirin û ti lêkolîn di vê mijarê de nehatiya kirin.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ )  di 8 mîn salvegera şewtandina 19 jinên Êzidî li cihê ku ev bûyera hovane lê hatiye jiyan kirin amade ne.  Di şexsê 19 jinên Êzidî de, em hemû Şehîdên fermanê bi bîrtînin  û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin .

Şewtanadin ango qirkirina  jinan tê wateya   şewtandin û qirkirina jiyanê ye. Ev kiryarên DAIŞ ê heya dawî dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye. Heya vê kêliyê saziyê mafê mirovan her wiha civaka navnetewî di nav bêdengiykê de ne, helwestek cidî nîşan nedane. Bêdengî tê wateya piştgirî dayîna DAIŞ ê û hevkarên wan PDKê.

Bêguman , ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin  mezin dike. Bi tekoşîn, berxwedan û yekîtiya jinan emê hesabê vê bûyerê û fermana 3.8.1014 an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparstinê bilind bikin. Di dawî de em tevgera azadiya jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAIŞ ê û hevkarên wan PDK ê, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.

Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)

 

 

 

Back to top button