Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

TAJÊ li Mûsilê çû serdana rêxistinên jinan

Me wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçava kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” li Mûsilê çû serdana rêxistin û saziyên jinan.

Endamên dîplomasiya TAJÊ duh çû serdana Rêxistina Reja ya ji bo Pêşketin û Pêşveçûnê ya li Mûsilê. Ji bo pêşwazîkirina şandeya dîplomasiya TAJÊ nûnerên rêxistinên jinan ji Mûsil, Telkîf, Başûqa û Nînowayê li navenda Rêxistina Reja kom bûn.

Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên di navbera sazî û rêxistinên jinan ên li Iraqê û tekoşîna li hemberî zihniyeta mêr hatin nîqaşkirin. Di heman demê de têkiliyên Êzidî û Ereban û hemû neteweyên ku li Iraqê dijîn, hatin nîqaşkirin û ji bo xurtkirina van têkiliyan wê hewldan ji aliyê her kesê ve bên kirin. Li ser girîngiya kampanyaya TAJÊ nîqaşên girîng hatin kirin û hat diyarkirin ku ev kampanya hemû jinan temsîl dike û ji bo mezinkirina wê piştevanî hat dayîn.

Yek ji xalên girîng ku nîqaş li ser hatin meşandin bûyera sala 2016’an bû ku di 3’ê meha Hezîranê de, 19 jinên Êzidî ji ber ku qebûl nekirin bibin misilman û rojî negirtin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Mûsilê di nava qefesek de li orta kolanê hatin şewitandin. Bi boneya roja reş wê jinên Êzidî biçin Mûsilê û li cihê bûyerê bi rêxistinên jinan ên Iraqê re daxuyaniyê bidin. Di nava nîqaşê de piştgiriya vê daxuyaniyê hat kirin û hat diyarkirin ku pêwîst e hemû jinên têkoşer û berxwedêr beşdarî vê daxuyaniyê bibin.

Back to top button