
Jinên Parêzvanên Êzidatyê (3)
Sıtıya Nexşa:
Sitiya Nisra di aliyê tembûr û hunerî de jêhatî û zane ye. Berê jinan bi dîwaran ve nexş çêdikirin. Xemla jiyanê dikirin nav malan. Darek wê li çiyayê Şengalê aliyê şêbil qasim e. Digotin dara Sitiya Nexşan. Her mirovek xwesteka xwe, mirazê xwe hebe ji bo fêrbuna hunerê,tembur û çêkirina nexşan tayekê bi wê darê ve girêdide.
Sıtıya Ês:
Sitiya Ês dayka Şêx Hadiye. Qirnê 12 an de jiyan kiriye. Sitya Ês Şîx Xadî xwedan kir û mezin kir. Tê gotin ku piştî şîx Xadî ya ku bûya xwedî ilim yanî felsefa û bi şehrezabûna xwe û zanistiya xwe derkatiya pêş. Sitya Ês a di kovara Laleşê ya 1996’an di meha adarê de, ji aliyê Şêx Elo Xelaf ve qewlê bi navê Sitya Ês hatiya komkirin. Tê gotin ku Sitya Ês tenûra nan çêkiriy e. Ji ber vê yekê jî demê dayîk nan çêdikin Navê Sitya Ês dibêjin. Sitya êz weke sembola nan çêdikirinê tê pênasekirin. Heta niha dibêjin tenûra sitya Êz. Hevîr Çêkirî çêkirî her xilas nebûye, pehtî, xilas nebûye. Herdem berekat nan çêdikir. Xelas nedibû.
Xunava Zoro:
Xunava Zoro di serdema xaltanî de jiyan kiriye. Jinek zana û têgihîştî ye qehremaniyek mezin li welatê xaltaniyê kiriye di nav şerde fermanek şikandiye û fermanek vegerandiye. Xonava Zoro ji herêma Xalta yê Bakurê Kurdistanê ye. Dibêjin ku Xonava Zoro di 17’18’de saliya xwe de dixweze ji bo parastinê silahê radike. Di civakê de şerim tê dîtin ku keç silahê rake,lê Xunava ciwan bi israra xwe xwe digehine baba Şêx û dibêje divê jin jî çekê rake û ev weke şermekê neyê ditin. Lê diwê ew dibe jina yekem ku di welatê Xalta de çek rakiri ye.
Şêrîna Dayka Şêx Kalo
Li bajarê dihokê yê Başurê Kurdistanê gûndê bi navê Dilpikê heye, heya neha jî jêra tê gotin Dilpikê mala Şêx Kalo. Di fermanekê de Şêrîna Şêx Kalo û cend keçên din yên pêra dixwezin xwe bighînin çiyayan da ku xwe ji fermanê xilas bikin. Lê leşkerên osmanî li pey wan dikevin û dixwezin Şêrîna Şêx Kalo û wan keçên pêra êsîr bigrin. Şêrîn xwe dide ber keçên din û wan xilas dike. Lê Şêrîn bi leşkaran re dikevê nav şer de û Şêrîn 7 leşkaran dikuje, di vê Şerê de Şêrîn dayka şêx kalo tê kuştin.
Wê berdevam bike