ÇAND Û HUNERKovara Nîsan

Di Bîr û Baweriya Êzdayetî De Kevneşopiya Cejnan

Cejna Çilê Havînê Û Çilê Zivistanê

Li gorî salnama rojhilatî Rojiyên Çilê Havînê, di 11’ê Hezîranê de destpê dikin. Di 20’ê Tîrmehê de bi dawî dibin. Di heman demê de Rojiyên Çilê Zivistanê jî 12’yê Kanûna yekem li gor salnama rojhilatî destpê dikin, heya 20’ê Kanûna duyem dewam dikin. Ev Rojî salê du cara tên girtin, cejna wê tê pîrozkirin. Çilê Havînê di 40 rojên herî germ de û yê zivistanê jî di 40 rojên herî sar de tên girtin û cejn tê pîroz kirin. Bi piranî kesên Oldar, Ilimdar, Şikestî û Feqra…hwd. van rojiyan digirin. Lê ne tenê bi van kesan re tê sînordarkirin, her kesê ku bixwaze dikare van rojiyan bigire. Her wisa Cejn ji aliyê giştî civaka Êzidî ve tê pîrozkirin. Çilegir beriya bikevin rojên çile amadekariyên xwe dikin. Cihekî wan heye nabe ku kesekî din biçe cihê wan. Ji ew cihê wan re dibêjin cihê Camêra. Kesê çile bigire û xêr ket dilê wî çile digire.

Kesên çile bigirin berbanga sibehê ango berî roj hilbê, dest û rûyê xwe dişon. Jixwe çilegir tiştekî naxwin. Dema radibin hema xwarinek sivik datînin û dixwin. Li derdora seat 10-11’an kesên xêr ketî dilê wan serdana çilegir dikin. Her roj êvarê çilegir li dîwana wî tê gerandin. Li mala wî çiqas cih hebin her tim li derdora wî tije mirov in. Hin ji wan xilmetê dikin, ilm û qewla dibêjin. Şîretan dikin, ev mafê çilegiran e. Divê hinek tişta bi civaka dora xwe re weke şîret vebêjin û bidin fêmkirin. Hemû kesên diçin gel çilegira ew bi wan re diaxivin

default

Berî roj derbikeve dest bi beyta Cindî, beyta sibehê dikin. Ji vê beytê re dibêjin beyta ŞêŞems. Piştî beytê duaya xwe dikin. Wekî din jî di nava rojê de çend caran dîsa dua dikin. Êvarê cardin beytê dibêjin. Çilegir çil çilxane digirin. Ev Nehdê wan in. Çile bi dest her kesî nakeve. Yê çile bigirin divê bi serrastî û dilpakî be. Cihê Çilegiran Camêr li ber dimînin. Jin jî dikarin çile bigirin. Jinên nezewicî bin ango keç dikarin çile bigirin. Koçekên jin ên nedir kiribe jî dikarin çile bigirin. Eger çil çileyê bigirin dikarin bibin Çilegir. Min du caran çile girtiye, min herdu caran nedir kirî herdu caran jî xwesteka min pêk hatî. Herdu caran tişta min ji wê çile nedir kir pir mezin bûn jî, lê pêk hatin.

ÇILEGIR; Ji kesê ku rojiyên çilê Havînê û çilê Zivistanê digirin re tê gotin. Ew jî bi berdewamî 20 salan li ser hev bê navber, divê 40 rojiyên çilê Havînê û 40 Rojiyên çilê Zivistanê bigire heya ku jê re Çilegir bê gotin. Bi wateyeke din ne her kesê ku car caran van Rojiyan bigire Çilegir jê re tê gotin.

ÇILXANE: Şikefteke pir ne mezin e li LALEŞÊ ye. Cihê kesên Oldar e ku van rojiyan tê de digirin, lê taybet Îxtiyarê Mergehê di vî cihê de dimîne. Tê zanîn ku berê Şêxadî jî li vî cihî de Ççile digirt.

Cejna Cemayê

Cejna Cemayê, yek ji cejna herî kevnar e her sal bi ciwankirina Qube û siwarkirina periyan ev cejn tê pîrozkirin. Di cejna cemayê de nûkirina Quban, siwarkirina Hîlala serê wê û rakirina periyê ya bi rengê kesk, sor, zer û spî pêk tê. Di heman demê de serdana gor û xwedanên xwe jî dikin. Li ber her Qubayekê Mezergehên miriyên xwedanê Quba hene. Gotina Cemayê tê wateya kombûyînê. Rê û resmê vê cejnê piraniya xwe bi xwezayê ve girêdayî ne. Hinek rê û resmên ku di vê cejnê de tên kirin dîroka wan diçe beriya bi hezaran salan. Ne tenê ev cejn hema bêje tevahî cejnên Êzidî, bi guhertin û veguhertina xwezayê û çandiniyê ve girêdayî ne. Ev cejn dikeve nîvê salê û destpêka werza payîzê. Ji ber wê girîngiyekî taybet ji demsalên Bihar-Payîzê re tê dayîn. Her qube xwedanê wê diçin ber, lê ya Şerfedîn her kes diçe ber. Şerfedîn dînê miletê êzidî ye. Li aliyê Rojava ve quba Amadîn, Şêxmend, Xatûna Fexra û Şêşems in. Li ber quban her kesên ku miriyên wan li wir hebe, ji bo wan xwarin çêdikin xêr ji bo wan didin û dibêjin; bi xêra navê xwedê, Şerfedîn û miriyên me.

Ciwankirina quban jî 7 rojan dewam dike. Dema ciwanî dikin gêç li quba didin. Berê gêça li Quba didin kevrê wê cuda bû. Dema ku ew gêç dikutan çend ciwan lê kom dibûn darekî mezin danîn û bi wê darî ew gêç amade dikirin. Ew gêç rojek û du rojan nayê hûrkirin heta heft roja çêdikin. Di nav 7 rojan de ango 4-5 rojan ciwan dikin. Dêre yên ku xwedan xêr e, xwedî xilmet e, yê xêr ketibe dilê wî perî û hilêl siwar dikirin. Piştî ciwankirina wan xilas dibe roja pêncşem û înê cemayê çêdikin. Ev cejn li roja 6’ê Cotmehê destpê dike, heya 12’ê heman mehê dewam dike, yanî tam hefteyeke. Li gor hinek çavkaniyan di demên berê de ev cejn tenê du rojan bû. Her wisa ev yek ji cejnên taybet e ku li LALEŞÊ tê pîrozkirin. Bi amadebûna Îxtiyarê Mergehê û piraniya kesên Oldar li Laleşê tê pîrozkirin. Li her devera civaka Êzidî lê jiyan deke vê cejnê de berê xwe dide Laleşê.

 

Ev Nivîs ji hejimara yekemîn a kovara Nîsan ya meha Tebaxa-Îlonê hatiye girtin

Back to top button