ÇALAKîNûçe

Şengalî li diji hewldanên vegera PDK’ê meşiyan

Îro li navçeya Sinûnê ya ser bi Şengalê ve li dijî hewldanên hatina hêz û îdareya girêdayî PDK’ê ya ji bo Şengalê bi pêşengiya Hevpeymaniya Doza Êzidiyan meşeke girseyî li dar xistin. Çalakiya ku li ber avahiya qeymeqamtiya navçeya  Sinûnê dest pê kir, bi beşdariya endamên Hevpeymaniya Doza Êzidiyan, rûspiyên civakê, dayikên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û bi sedan xelkê Şengalê pêk hat.

“Axa canbexşan nabe ciyê xiyanetkaran”

Di çalakiyê de pankartên ‘Na ji bo ew hêza ku di rewşa zehmet de Şengal terikand. Îradeya gel xeta sor e’, ‘axa canbexşan nabe ciyê xiyanetkaran. Şengal ya xwediyê xwe ye û biryar jî ya gelê wê ye’ hatin rakirin. Dîsa dirûşmeyên ‘Şengal ya Şengaliyan e’, ‘em îdareya ferzkirî qebûl nakin’ û  ‘bila hikûmet rêzê li vîna civaka Êzidî bigire’ hatine berzkirin.

“Divê îradeya gelê Êzidî bê nasîn”

Li ser navê komîteya amadekar, endamê Hevpeymaniyê Tamirt Nayif  Xelef daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev îdareya ku niha hewl tê dayîn were vegerandin, îdareyeke ne rewa ye û tenê nûnertiya berjewendiyên partiyekê dike. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn: “Em hewildanên vegerandina îdareya kevin a ser bi PDK’ê bi tundî red dikin. Ev îdare ne li gorî qanûnên dewleta Iraqê ne, lê li ser bingeha siyaseta hizbî  hatibû avakirin. Ev îdareya ku îro dixwaze vegere, di sala 2017’an de Şengal bi tenê hişt û li Hewlêrê bi cîh bû. Di dema ku gelê me di nav kavilan de hewl dida vegere ser axa xwe, wan ji dûr ve tenê li daxwazên partiya xwe mêze dikir.”

“Em vegera îdareya kevin a li Şengalê red dikin”

Hafizeya Şengalê nayê jêbirin. Gelê me fermana 3’yê Tebaxa 2014’an jibîr nekiriye. Ew îstîsmar û binpêkirinên ku di bin sîbera wê îdareyê de pêk hatin, sedema sereke ya bêbaweriya me ye. Em vegera îdareya kevin a li Şengalê bi temamî red dikin. Divê Hikûmeta Navendî û ya Nînovayê rêzê li vîna gelê Şengalê bigirin û dawî li peymanên siyasî yên li ser pişta gel bînin. Divê bi zûtirîn dem îdareyeke nû, serbixwe û jêhatî ku ji xelkê Şengalê ye were avakirin. Divê dosyaya budceya Şengalê ya ji sala 2011’an û vir ve were vekirin û were pirsîn ka ew pere li ku derê hatine xerckirin. Berpirsiyariya her alozî û nerazîbûneke gel dikeve stuyê wan aliyên ku dixwazin îdareyeke ferzkirî li ser gel bidin qebûlkirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, girseya gel bi berzkirina dirûşman ber bi Çerxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî ve meşiyan. Di meşê de bi dirûşmeyan, siyaseta PDK’ê ya liser ser Şengalê hate şermerzarkirin.

 

Back to top button