Çîrok

GOTINA ŞÊR ŞÊRE ÇI JINA ÇI MÊRA, XWE DISPÊRE DEHAN ÇÎROKÊN JINÊN QEHREMAN Û LEHENG

 

Gotina ‘şêr şêre çi jina çi mêre’, ji xwe de nehatiya gotin. Ev gotin çavkaniya xwe ji çîroka gelek jinên qehreman, jinên wêrek û leheng girtiya ku heta roja me ya îro jî tê gotin. Ji ber zext û koletiya li ser jinê hatiya ferz kirin, erka jinê ya jiyanê hatiya sînordar kirin. Jin ji parastina xwe dûr hatiya hêştin û ev erk tenê ji zilam re hatiya dayîn.

Stiya Nisra, yek ji jinên qehreman, şerker û ji civaka xwe re pêşeng bû. Bi tekoşîneka gelek mezin çek girt destê jinên Êzidî û wan fêrî bikar anîna çekê kir. Stiya Nisra navê xwe di dîroka jinên Êzidî de weke jina yekem ku artêşa jinên Êzidî avakiriya tê naskirin. Ev hêza jinên Êzidî a leşkerî tenê di parastina jinê de xwe sînordar nekirin. Vê hêzê ji bo parastina civaka Êzidî li hember artêşa Osmanî û fermanên ku pêk dihatin bi egîdana şer kirine. Dîroka qehremaniya jinên Êzidî çi qas nehatiba nivîsandin jî, şopên xwe di dirêjahiya silsilayên quntarên  çiyayên Zagrosan de parastiye. Kevir, dar, çem û axa vê welatê a bi Bereket şahidiya qehremaniya gelek jinan kiriye.

Xweza her dem bi jin re dost maye û tucaran pişta xwe nedaye jin. Ev dîroka jinên qehreman ku di nava sînga xwezayê de hatiya parastin, gelek jin di hembêza xwe de hewandiye. Yek ji wan jinan jî Xûnava Zoro ye.

Xûnava Zoro, Di serdema xaltan de jiyan kiriye. Jinekî zane û têgihiştiye. Xûnava Zoro ji herêma Xaltan ya Bakurê Kurdistanê ye. Xûnav ji ber jinek têgihiştî ye û xwe di baweriya xwe de kur kiribû, didît ku pêwîstiya jin û mafê wê jî heya ku xwe biparêze û çek bi kar bîne. Ji ber vê yekê Xûnava Zoro di 17- 18 saliya xwe de pêre lêgerîna fêrbûna çekê çêdibe. Lê di wê serdemê de û di welatê xaltan de şerim bû jin çek bi kar bîne. Ev şerim ji bo Xûnavê nebû çavkaniya pirsgirêkan. Ji ber ku li peyî heqîqetê bû. Xûnava Zoro xwe dighîna Babê Şêx û jêre dibêje “ Ez dixwezim çek fêr bibim, divê çek rakirina jinê şerim neyê dîtin” piştî Xûnava Zoro ji Babê Şêx re daxweza xwe parve dike. Babê Şêx jêre dibêje jin dikare çek bi kar bîne. Di nava civaka me de nabe ku ji jin re çek bi kar anîn şerim bê dîtin. Piştî vê bersivê êdî Xûnav Zoro bi serbilindî, bêyî gumanekê jiyan bike, dizana ku riya wê riya heqe.

Xûnava Zoro bi îsrara xwe ya bê dawî, di xwe gihandina edaletê de dibe qehremana civaka xwe. Civaka xwe diparêze, pêşî li fermanekê digre û fermanê dişkîne. Xûnava Zoro dibe yekem jina ku di welatên Xaltan de çek rakiriye.

Back to top button