TENDURISTÎ

ÇIMA NEYNÛKÊN DIRÊJ Û ZEHMETIYÊN JI BER VÊ

Her wesleyê bedena me ji ber gelek kêrhatiyan hatiye afirandin. Her yek jî bi wesleyên din re bi aheng kar dikin. Mesela tilî û neynok. Di nav hev de ne û hevdu temam dikin. Yek bêyî yê din nikare karên xwe bi temamî û baş bike. Heta gotineke pêşiyan heye dibêje; “weke goşt û neynok ji hev qut nabin” ango bêyî hev nakin. Ji bo her tiştên bêyî hev nikaribin bijîn û di nav hev de bûne yek, bi wate bûne tê gotin.

Di demên dawî de bi taybetî di nav keçên ciwan de moda neynûkên dirêj gelek belav bûye. Me jî xwest li ser vê mijarê bi ziravî bisekinin. Beriya ku em ji bo tendirustiyê zirarên neynûkên dirêj bînin ser ziman em destpêkê lê binhêrin ka sedemên civakî yên neynûk dirêjkirinê çi ne?

Di çanda Êzdayetî de paqijiya ruh û beden weke esasekî baweriyê tê dîtin. Li ser paqijiya ruh û  beden gelek qewl hene. Mirov çiqas bedena xwe paqij bike ruhê mirov jî ew qas paqij dibe. Ruh paqij be xerabî, nexweşî, fesadî, derew jê dernayên. Qencî, dostanî, aqûbet û peyvên xweş jê dibarin. Kurt û kurmancî di çanda Êzdayetî de neynûk dirêjkirin tune ye. Xweziya xwe bi çanda hinekên din kirin mirov ji çanda dê û bavan jî dûr dixwe.

Neynûk dirêjkirin weke çavlêkirinek e. Teqlîda jinên di fîliman, di klîban de neynûkên wan dirêj tê kirin. Ew jin li gor çanda kapîtalîzmê, resmaliyê şekil didin xwe. Çiqas xwe boyax bikin, ew qas balê dikşînin ser xwe. Weke tiştekî çiqas bi reng û birqok be ew qas zêde balê dikşîne û zû tê firotin.

Li gor lêkolînek jinên neynûkên xwe dirêj nakin zêdetir baweriya xwe bi xwe hene li beramber jinên neynokên xwe dirêj dikin.

Dîsa jinên neynûkên xwe dirêj nakin di jiyana xwe ya kar de ji jinên neynûk dirêj zêdetir serfiraz, serkeftî û berhemdar in. Dikarin zêdetir karan bikin.

Neynûkên dirêj gelek zehmetiyên me tespît kirin jî bi xwe re tînin:

  • Tu bi zehmetî bişkokên xwe vedikî û digirî.
  • Tu nikarî bi leptop baş nivîs binvîsî.
  • Tu nikarî devê qutîka kola, ava fêkî û hwd vebikî.
  • Tu bi zehmetî tiştên biçûk ji erdê radikî, heta nikarî rakî.
  • Dema tu xwe bixurînî çermê te xêz dikin.
  • Tu nikarî bi nazenînî ji zaroka xwe hez bikî.
  • Yek êrîşî te bike tu nikarî parastina xwe bi kulmek bikî.
  • Tu nikarî çavê xwe bixurînî dibe ku tu çavê xwe derxînî jî!
  • Tu nikarî firaqan bi lepik bişoyî, lepikê te zû didire.
  • Tu qenc nikarî bi qelemê bigirî da ku nivîs binvîsî.
  • Dema di telefonê de mesajên xwe dinvîsî tiliyên te diçin ser herfên şaş û dibe tu bihetikî.
  • Tu bi saetan mijûl bibî nikarî ta bi derziyê vekî.
  • Dema tu destê xwe davêjî tiştekî bi tirs davêjî yan jî ranakî, lewma kislanî di te de pêş dikeve.
  • Kesên derdora te ji ber neynûkên dirêj qirêj û pîs dibînin, naxwazin bi te re xwarin bixwin û ji te direvin.

Me di vê nivîsa xwe de cî da sedemên civakî û encamên zemetiyên ji neynûkên dirêj derdiekvin. Di nivîseke din de em ê li ser xeteriyên tendirustiyê û nexweşînên ji ber neynûkên dirêj derdikevin rawestin.

 

Back to top button