NûçeROJEV

Di vê pêvajoyê de ji bo me civaka Êzidî li Îraqê jenosayd naskirin xwedî girîngiyek taybet e.

Ji Bo Berpirsê Kota Êzidiya ya Perlemana Îraqê Birêz Nayif Seydo

Îraq bi hezarê salan ji milê netew, çand, bawariyan ve xwedî cihek ango welatek watedar  û dewlemend e. Em jî wek civaka Êzidî xwedî ol, bawarî û çandek demokratîk ya kevnar in. Bi hezarê salan bi rengek aştîxwaz civaka me bi hemû netewên ku li ser  erdnîgariya Îraqê jiyan dikin Kurd, Ereb, Turkmen, Mesîhiyan re jiyan kirine.

Di dîrokê de civaka Êzidî her dem rastî fermanan hatiye, 74 ferman yê tên zanîn û bi dehan yên ku nayên zanîn ango nehatine nivîsandin. Fermana 3.8.2014 an bi destê çeteyên DAIŞ ê û hevkarên wan PDK ê pêk hat. Bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç, jin, zarok mirovên Êzidî hatin gîl girtin, li ber çavê cîhanê jinên Êzidî li sûkan hatin firotin. Heya vê kêliyê bi hezran jin mirovên Êzidî çaranûsa  wan ne diyar e. Ev ferman bû sedem bi hezaran mirovên Êzidî ji welatê xwe koçber bibin. Bi dehan gorên komî bi destê DAIŞ ê hatin çêkirin. Ev tirajdiya fermanê li ber çavê cîhanê hat jiyan kirin û her kes vê rastiyê dizane,  kê Şingal firot û kê rizgar kir?

Em dixwazin bi bîr bixin me fermana 3. 8. 2014 an ji bîra nekir û em ê tu car ji bîra nekin. Em civakek xwedî şehîd in û di wê zanebûnê de ne doza me mezin e. Em li hemberî fermanan xwedî mafek rewa ya xweparstinê ne. Ji ber vê rastiyê ji bo avakirina jiyanek azad, tekoşîn û berxwedana me wê bê dawî  be.

Fermana 3.8.2014 an a li ser civaka Êzidî pêk hatî, heya niha ji milê 13 walatan ve bi rengek fermî hatiye nas kirin.  Fermana li ser civaka Êzidî pêk hat li ser axa Îraqê û hemwelatiyên wê pêk hat, lê mixabin heya roja îro jenosayîd ji milê hûkmeta Îraqê ve bi rengek fermî nehatiye nas kirin. Di vê pêvajoyê de ji bo me civaka Êzidî li Îraqê jenosayd naskirin xwedî girîngiyek taybet e. Li ser vî esasî bi boneya 10 . salvegera fermanê,  em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ji we daxawz dikin ku hûn fermana 3. 8. 2014 an bixin rojeva perlanama Îraqê,  ji bo ku ji milê hûkmeta îraqê ve jenosayd fermî bê naskirin.

Li Silav û Rêzên me

17.6.2024

Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)

 

 

Back to top button