
TAJÊ Kongreya xwe ya 3’yemîn li dar dixe
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn li Şengalê li dar dixe. Di kongreyê tê pêşbînîkirin ku gûhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng werin girtin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî di 18’ê Gulanê de li Şengalê li dar dixe. Kongre wê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Jiyana Komînal’ kom bibe.
Li gor agahiyên ku komîteya amadekar a kongreyê daye ajansa me, wê ji derveyî Şengalê jî gelek mêvan ji Rojava, Ewropa, Başurê Kurdistanê û Mexmurê beşdarî kongreya TAJÊ bibin. Înîsiyatîfa jinên Ereb ku girêdayî TAJÊ ye jî wê bi delegeyên xwe yên hilbijartî beşdarî kongreyê bibin.
Her çiqas kongreyeke asayî jî be tê gotin ku wê di kongreyê de gûhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng ên ji bo bilindkirina tekoşîna azadiya jinê bên girtin.
Wê di kongreyê de li gor pergala nû ve rêveberiyeke nû ji aliyê delegeyan ve bê hilbijartin. Hêjayî gotinê ye beriya demekê delegeyên ku wê beşdarî kongreyê bibin ji aliyê komînên jin ên seranserî Şengalê bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin.
Wê di kongreyê de perspektîfên Rêber Apo, rapora TAJÊ ya 2 salan, hevpeyman bên xwendin. Derveyî van xalan wê biryarên pêvajoya nû û plansazî jî bên derxistin.
Di derbarê TAJÊ de:
Yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di meha Îlonê ya sala 2019’an de li Şengalê hate lidarxistin.
Kongre piştî fermanê bi armanca rêxistinbûn, azadî û parastina jinên Êzidî pêk hat. Wê demê di kongreyê de li ser rewşa jinên Êzidî, rêxistinbûna li ser bingeha jina azad û xurtkirina têkoşînê nîqaş hatin kirin.Piştî komkujiya 2014’an bi vê kongreyê ve avakirina tevgereke jinan li Şengalê ji bo rêxistinkirina jinên Êzidî û pêkhateyên din weke gaveke dîrokî hat dîtin. TAJÊ ji wê rojê heta îro di berxwedan û parastina destkeftiyên Şengalê de xwedî roleke pêşeng e.